Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 3 şervanên YPP û YPJ’ê yên ku şehîd bûne eşkere kir.
Her wiha cenazeyên du şervanan bi merasîmekê li goristana şehîdan a Dêrikê hat oxirkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîsîkî nasnameyên 2 şervanên xwe û şervanek YPJ’ê eşkere kir.
YPG’ê diyar kir ku şervana YPJ’ê Destan Ronî di encama nexweşiyê de şehîd bû.
Her wiha da zanîn ku şervan Ciwan Amed û Şervan Hesekê jî li Hesekê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûn.
YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan careke din dubare kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,
Nasnav: Destan Ronî
Nav û Paşnav: Emîne Demirtaş
Navê Dayikê: Surye
Navê Bav: Fahrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 30`ê Nîsanê 2021
Nasnav: Ciwan Amed
Nav û Paşnav: Baran Çîçek
Navê Dayikê: Afîfe
Navê Bav: Mîrzedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021
Nasnav: Şervan Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Seîd
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021
Şervanek YPJ’ê û şervanekî YPG’ê hatin oxirkirin
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Emîne Demîrtaş û Baran Çîçek merasîmek li goristana şehîd Xebat Dêrik hat li darxistin.
Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê beşdarî merasîma oxirkirina her du cangoriyên azadiyê bûn.
Li goristanê, ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin Avaşîn Efrîn axivî û anî ziman ku ew ê li hember dijmin serî netewînin.
Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Cûdî jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Cenazeyên her du şehîdan li goristanê di nava sloganan de hat oxirkirin.