Endama KNK’ê Kiwêstan Dawudî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. KNK’ê, bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û got: “Wefata Hevrê Kwêstan ji bo me û ji bo hemû gelê me, wendahiyek mezin e. “
Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî danê sibehê ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
KNK: Wefata Hevrê Kiwêstan ji bo me wendahiyeke
“Em ji ber wefata Birêz Kwêstan Dawudî gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dost û hevrêyên wê parve dikin.
Bi vê wesîleyê em sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wê re dixwazin.
Em ê li ser şopa wê bimeşin û wesyetên wê pêk bînin.”