Bi sedan şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata Ş. Ebdurehman Hesam ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, xwest.
Ebdurehman Hesam 18’ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Dêrikê birîndar bûbû û roja sêşemê 24’ê Çile şehîd bû.
Konê sersaxiyê yê şehîd Ebdurehman Hesam li gundê Kehniya Dirêj ê Dêrikê hatiye vedan.
Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê berê xwe da kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Di merasîma sersaxiyê de peyam hatin dayîn û soza domandina riya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.