Ewropayê Enqere bi zêdeyî 10000 Euro ceza kir

Ji ber binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê, dadgeha Ewropî ceza lê birî. 

Dadwerên Desteya Dadmendiyê ya Meclisa Ewropayê bi piraniya dengan erê kir ku Tirkiye madeya 10an ji peymana Ewropî ya mafên mirovan binpê kiriye.

Dadgeha Ewropî ji bo doza parlementera HDP’ê Filiz Kerestecioğlu ku ji 2016an de ji parêzmendiya parlamenê hatiye bêparkirin, Tirkiye bi dayîna 9 hezar Euro weke qerebû ceza kir.

Her wekî ji bo mijara rojnamevana bi navê Banu Güven jî, Tirkiye bi dayîna 1500 Euro hat cezakirin.

Banu Güven, pêşkêşvaneke Televîzyona IMC bû û ji ber di 2013an de li ser weşana zindî parastina Kurdan kir, televîzyon hat girt û ew ji mafê rojnamevantiyê hat bêparkirin.

Back to top button