Şandeyeke Belçîka li Reqa bi meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser re civiyan

Şandeyeke Belçîkayê ku li Rojava hevdîtinan dike, îro jî bi Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser re lii Reqayê rûnişt.

Di hevdîtinê de Rêveberiyê bal kişand ser girîngiya naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser.

Serdanên şandeyên derrve yên ji bo Rêveberiya Xweser dewam dikin.

Doh şandeyeke Belçîkayê bi serokatiyê endamê Parlamentoya Belçîkayê Georges Dallemagne serdana herêmê kir.

Şanede îro li Reqayê bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser re civiya.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û hevserokê Meclisa Rêveber Jozêf Lehdo di hevdîtinê de amade bûn.

Di hevdîtina her du aliyan de, gelek mijarên mîna rewşa koçberan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin niqaşkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo derbarê nîqaşên ku di navbera her du aliyan de pêk hat ji ajansa ANHA’ê re axivî û eşkere kir ku wan balkişandiye li wê yekê, ji bo aramî û îstikrara herêmê divê Rêveberiya xweser bê naskirin.

Lehdo anî ziman ku di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û her wiha rewşa koçberan û sûcên ku çeteyên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî dike hate niqaşkirin.

Jozêf Lehdo di dawiya axaftina xwe de got: “Şandeyê soz daye ku ew ê rêgezên Rêveberiya Xweser ku li ser bingehê biratiya gelan ava bûye, her wiha jiyana hevbeş û demokratîk li herêmê avakiriye, biparêzin.”

Back to top button