Lîbya..Xwepêşander careke din li dijî Wîfaqê herikîn qadan

Xwepêşandanên gelê Lîbyayê di roja sêyemîn de li dar in û hikumeta Wîfaqê ji bo jihevxistina wan jî têk çû.

Li Terablusa paytext, duh careke din xwepêşander li dijî hikumeta Serac daketin qadan û weke her car çeteyên Wîfaqê bi xwepêşanderan re pev çinîn.

Li gorî xwepêşanderan, komeke Ixwanî û çete derbasî Meydana Şehîdan bû û pankartên ku sloganên ti têkiliya xwe bi daxwazên xwepêşandanê re tune ye, belav kirin.

Xwepêşanderan got, ev yek ji aliyê kanalên televîzyonî yên Ixwanî hat şopandin.

Xwepêşanderan yekser ev kes ji nav xwe derxist, vê yekê hişt çete guleya berdin xwepêşanderan.

Artêşa Lîbî li derdora Sêrt û Cefrayê di amadebaşiyê de ye

Di warê meydanî de jî, piştî dewleta Tirk çeteyên xwe li herêmê kom kirin, artêşa Lîbî ragihand ku ew li derdora Sêrt û Cefrayê di amadebaşiyê de ne.

Duşemê jî artêşê eşkere kiribû ku wan tevgera keştiyên Tirkî ku ber bi bajarê Sêrtê ve dihat, şopandiye.

Back to top button