Qamişlo..Li qada 12’ê Adarê merasîma bibîranînê hat lidarxistin

ji bo salvegera 17. a Serhildana 12’ê Adarê û bîranîna şehîdên wê,merasîmek bi tevlîbûna jimarek mezin ji şêniyên herêmê, hat li darxistin.

Berya 17 salan wek îro lîstikek di nava tîma herêma Cizîrê û ya Dêra Zorê hat li darxistin..

Rêjîma Baasê ji bo fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxin, êrîşî gelê kurd kirin û di encamê de 11 sivîl şehîd bûn..

Lê gelê kurd bê deng nema û serhildanê li hemû bajaran destpê kir..

Îro jî ji bo bîranîna vê serhildanê, merasîmek li lîstikgeha 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hat li darxistin..

Bi beşdarbûneke berfireh a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

Merasîmê bîranînê bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin.

Piştra axaftin ji aliyê gelek kesan ve hate kirin..

Kesên axivîn jî diyar kirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê plana hikumeta Şamê ya derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de têk bir.

Her wiha bang kirin ku Pêwîst e hemû gelê Sûriyê zanibe ku çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi projeya neteweya demokratîk pêkan e ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike.

Piştra lîstek footboll ji aliyê tîma herêma Cizîrê û Dêra Zorê hat li darxisitn..

Her wiha tîmek karatê di nava qadê de, merasîmek li dar xistin..

Merasîmê bîranîna serhildana 12’ê Adarê bi gerandina govendê, bi dawî bû.

Back to top button