Ji Şehba heta bi Til Temir û Zirganê rojane dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî herêmê dikin.
Şevê din careke din êrişan dest pê kir. Gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî hatin topbarankirin.
Dagirkeran gundê El-Mişêrfê yê bakurê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.
Tevî van deveran, rojane derdora Eyn Îsayê dibe armanca êrişên Tirrkiyê û çeteyên xwe yên dagirker.
Ne tenê derora navççeya Eyn Îsa, gundên Şehbayê jî rojane rastî êrişan tên.
Duh jî artêşa dagirker gundên Minx û Eyn Deqnê yên Şehbayê topbaran kirin.