Dayîreya Xizmetên Fenî ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina riya Reqa-Hesekê ber bi dawiyê ve dibe.
Girtina riya M4 ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bandorek neyînî li liv û tevgera gelê herêmê kir.
Li ser vî esasî Meclisa Sivîl a Reqayê biryara guhartina rê dan û riya bi navê Menaxir-Ebyet bi kar anîn.
Dayîreya Xizmetên Fenî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina vê riyê kir.
Dayîreya Xizmetê hewldana berfirehkirina rê jî dide, da ku tevgera çûn û hatinê hêsan bibe.
Endeziyar Ehmed Heco derbarê xebata rê de diyar kir ku wê xebatên sererastkirina rê di nava deh rojan de bi dawî bibe.