MSD’Ê Komxebata 6. a diyalogan li Birukselê li dar xist

Di çarçoveya xebatên lidarxistina Kongreya Niştîmanî ya Opzisyona Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD komxebata 6. a diyalogan li paytexta Belcîka, Biruksilê li dar xist.

Di komxebatê de endam û kesayetên opzisyona demokratîk li Ewropayê amade bûn.

Di rûniştina yekemîn a komxebatê de geşedanên siyasî û encamên komxebatên beriya niha hatine lidarxsitin hatin gotûbêjkirin.

Her wiha amadekariyên lidarxistina kongreyê giştî yê aliyên opizsyona demokratîk jî hatin nîqaşkirin.

Di komxebatê de hevserokê MSD’ê Riyad Derar xivî û bal kişande ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û destkeftiyên heyî.

Her wiha beşdarên komxebatê jî nêrîn û pêlinyarên xwe derbarê beşdarên kongreyê giştî yê aliyên opizsyona demokratîk de pêşkêş kirin.

Tê payîn ku di komxebatê de wê komîteyeke amadekar ji bo lidarxistina kongreyê giştî yê aliyên opizsyona demokratîk wê bê avakirin.

Komxebatê wê 2 rojan berdewam bike.

Back to top button