Tebqa: Têkoşîna me wê heta pêkanîna azadiya Rêbert Apo bidome

Li Tebqayê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja duyemîn de bi dawî bû.
Beşdaran diyar kirin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe wê çalakiyên wan dewam bike.

Çalakî di çarçoveya pêngava cîhanê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hat lidarxistin.

Bi dehan endam û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, meclisên leşkerî, komîn, şêx û rûspiyên eşîran, tevgerên jin û ciwanan û nûnerên saziyên olî li cihê çalakiyê amade bûn.

Hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Riyad Walî got:

“Projeya Rêber Abdullah Ocalan li dijî berjewendiyên pergalên serdest e, lewra dewleta Tirk tecrîdê li ser wî giran dike.”

Riyad Walî diyar kir ew ê çalakiyan dewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Her wiha çalakvanan bang li CPT′yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo bêdeng nemînin.

Back to top button