“Silêman Ehmed bi neheqî tê girtin”

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 34 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye windakirin.
Têkildarî rewşa Silêman agahî tine ye.
Ev yek li nava rojnamevan,çalakvan û xelkê başûrê Kurdistanê bûye cihê nerazîbûnê.

Welatiyê Behdînanê Bextiyar Duhokê jî diyarkir ku Silêman Ehmed bê sûc, meheke hatiye girtin.

Sucê ku kiriye tenê bûye rojnamevanekî wêrek û rastiyê radigihîne.

Bextiyar destnîşan kir ku divê di zûtirîn dem de Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.

Rojnamevanê Behdînanê Şîmal Belkî jî daxwaza berfirehkirina qada azadiya rojnamevanan li başûrê Kurdistanê kir û demildest de Silêman Ehmed bê berdana.

“Divê rêxistinên navnetweyî dosyaya Silêman Ehmed bişopînin”

Her wiha rojnamevan Bedran Mihyedîn jî ev tişt anî ziman:

“Pêwîste rêxistinên navnetewî dosyaya Silêman Ehmed bişopînin û xwedî helwest bin.

Divê rojnamevan Silêman demek ji ya din zûtir were berdan.”

34 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button