34 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 34 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 34 rojin agahî jê nayê girtin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek ne rast li xwe mikur hatin ku Silêman Ehmed rewndine.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Nerîman Ehmed: Asayisa giştî ya Duhokê rê nade ku em Silêman Ehmed bibînin

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Lê Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

33 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button