45 sal in PKK ji bo doza Kurdî têdikoşe

Îro salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ye.
45 sali in, PKK’ê tekoşîna doza kurd û Kurdistanê dike.
Di nava ewqas sal de karî kurdan ji êrişên qirkirinê biparêze, bike xwedî îrade û ji bindestiyê rizgar bibin, xwe bi xwe bi rêve bibin.

Sala 1978’an ji bo Kurdan pêvajoyeke nû ya tekoşîna li dijî faşîma Tirk bû.

Di wê salê de bi pêşengtiya Rêber Apo Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ‘ê hat damezirandin.

Bi derketina PKK’ê îradeyeke nû ya serîhildana Kurdan li hemberî neyaran derket holê.

Belê … ev 45 sal in PKK’ê ji bo doza kurd û Kurdistanê di warê siyasî û çekdarî têdikoşe.

Ji sala 1923’an ango piştî Lozanê, faşîzma tirk kurdan di aşê tirkbûnê de dihelîne û tirkbûnê jî bi her awayî li ser ferz dike.

PKK’ê li hemberî vê siyaseta qirkirina kurdan, şoreşeke kurdewarî li dar xist û kurdewarî bi awayî vejand.

PKK’ê stratejiya parastina xweser û azadiyê nîşan dide

PKK’ê di nava kurdan de hişmendiya xweparastinê bi pêş xist.

Hem gelê kurd ji pêvajoyên qirkirinê parast hem jî ew kir xwedî hêz û helwest li hemberî faşîzma tirk.

Di tekoşîna ew qas sal de karî mêjiya koletiyê bi yê azadiyê biguherîne.

Li ser wî esasî şêwazê xwerêvebirinê bi pêş xist.

Îro li Rojava, li Bakur, li Başur û Şengalê ev rastî tê dîtin.

Hişmendiya xweparastin û xwebirêvebirinê bi derketina PKK’ê re di nava kurdan de gihaşt asta herî jor.

Di roja me ya îroyîn de di nava civaka kurd de, yekîne û saziyên xweparastinê hene.

Rola PKK’ê di parastina çand û ziman de

PKK’ê bi stratejiya xweparastin û xwebirêvebirinê de sînordar nema.

Her wiha ji bo zindîkirinê, çand û zimanê kurdî bi rê û rêbazên cuda vejand û bi pêş xist.

Di hemû peyam û nirxandinên xwe de bang li gel dike ku ziman, çand, bawerî, kevneşopî û hemû nirxên xwe biparêze.

Li gorî PKK’ê divê ziman û çanda kurdî xwe bi hişmendî, bi şêwazê jiyanê were parastin. Ango civaka kurd bi ziman û çanda xwe bijî û xwedî lê derkeve.

Dijminê gelê kurd dixwest kurd zimanê kurdî ji bîr bike.

Lê belê PKK’ê ew plan bi bin xist û îro bi hezaran pirtuk, kovar, film, tv, radyo, ajans ji bo civaka kurd vekirine.

Lê zêde bi dehan saziyên zimanê Kurdî, rêxistinkirina mamosteyan, akademî û dibistanên zimanê kurdî bi saya PKK’ê hatin vekirin.

Bi PKK’ê re jin bû xwedî nasname û vîna azad

Beriya PKK jin di malê de sînordar bû. Ji ber paşverûtiya civakê jib ji mafê xwe bê par hate hiştin.

Zextên civakê, zextên malbatê bi navê parastina namûsê jiyan jinê di tehlûkê de bû.

Her cure êrîş, destdirêjî, zilm û zor li ser dihat dimeşand.

Lê bi PKK’ê re, jin derbasî nava hemû warên jiyanê bû. Bû xwedî artêş, sazî, rêxistin û îradeyeke azad.

Jin bi hişmendiya PKK’ê niha di asta herî bilind de cî digire.

Back to top button