Gelê Silêmanî li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi sedan xelkê Silêmaniyê bi pêşengtiya jinan li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê daketin kolanan.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li hemberî qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê, bi sedan xelkê Silêmanî bi pêşengiya jinan daketin qadan.

Meş bi pêşengiya jinan li Kolana Salim a bajêr destpêkir.

Di meşên de pankartên “Silav li berxwedaniya gerîla, na ji dagirkerî û nokeriyê re, belê ji bo têkoşîna hevbeş” hat bilindkirin.

Çalakvan di meşê de bê navber dirûşmeyên dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê hêrsa xwe anîn ziman û piştevaniya bi gerîlayên azadiyê re diyar kirin.

Back to top button