HPG: Dagirkeran li hemberî gerîla gaza jehrî bi kar anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên gerîlayan derbên giran xwarine, li herêmên berxwedanê gazên jehrî bi kar anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemenya HPG’ê ev daxuyanî da:

Dagirkerên ku di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de, derbên giran xwarin li dijî çeperên li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortêyê gazên jehrî bi kar anîn.

Her wiha bi gazên jehrî encam negirtin, vê carê dest bi bikaranîna gazên kîmyewî yên rengê wê zer kirin.”

Back to top button