NATO: Di 5 salên dawî de lêçûna parastinê zêde bûye

Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê NATO’yê îro di roja xwe ya duyemîn de bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Civîna ku ji bo salvegera 70 emîn ya NATO’yê li paytexta Ingilistanê Londonê pêk hat, bi daxuyaniyeke hevbeş bi dawî bû.

Di daxuyaniya hevbeş ya NATO’yê de wiha hat gotin:

Gefa metirsiya terorîzmê ya li ser tevahiya cihanê hîna dewam dike.

Di biryara parastina hebûn û berpirsyariyên me de em hemû xwedî heman fikrin.

Lêçûna ji bo parastinê di 5 salên dawi de zêde bûye.

Ji bo parastinê 130 milyar dolar zêdetir hatiye bikaranîn.

Her weha NATO’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tevgerên êrîşker yên Rûsya ku gef li ser Avro-Atlantîk’ê dixwe.

Hate gotin di çarçoveya ‘Polîtîkaya Deriyê Vekirî’ de di demên pêş de Bakurê Makedonya jî wê li ser welatên NATO zêde bibe û bi vî awayî wê hêjmara welatan bigihêje 30’an.

Yekem car di daxuyaniya li Londonê de qala mezinbûna jimara Çînê hate kirin û hate gotin ku divê bi rêya pevkariyan ev were sînordarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin wê 2021’an careke din lîderên NATO’yê li hev bicivin.

Leave a Reply

Back to top button