Ji ber meaşan çeteyan li Girê Spî li djî dewleta Tirk çalakî lidarketin 

Li gundê Yabîsê yê Girê Spî ji ber nedayîna meaşan, çeteyan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Tirkiyê jî li gundê rewşa awarte ragihandiye.

 

Çavkaniyên herêmî ji gundê Yabîsê yê Girê Spî ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ev 2 meh in meaş nedaye çeteyên, lewma çeteyan li dijî wê çalakî kirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku li gund gelek gule hatin avêtin, rê hatin girtin û teker jî hatin pêxistin.

Çeteyên li Grê Spî dixwazin herin Tirkiyê lê Tirkiyê derî grtin

Li gorî aghiyên çavkaniyan, çete naxwazin li Girê Spî bimînin û dixwazin werin guhertin.

Lê Tirkiyê rê li pêşiya wan girtiye û çete jî ji vê yekê bi hêrs bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmî Tirkiyê li gundê Yabsê rewşa awarte ragihandiye.

 

Back to top button