Şêniyên Bakur û Rojhlatê Sûriyê şehîdên komkujiya Helebçe bîr anîn

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî 32. salvegera Komkujiya Helebceyê bîr anîn. Di çalakiyan de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku bi erka xwe rabin û komkujiyên bi serê Kurdan tên rawestînin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 32. salvegera Komkujiya Helebçeyê bîr anîn.

Ji ber biryarnameya Rêveberiya Xweser a têkildarî qedexeya kombûnê ya metirsiya vîrûsa Corona, îsal komên mezin çênebûn.

Lê dîsa jî gelek şênî li kolanên sereke yên bajêr kombûn û 5 deqeyan li ser giyanê pakrewanan rêz girt.

Qamişlo

Di vê çarçoveyê de şêniyên Qamişlo di saet 11’an de li ser rê rawestiyan.

Piştre daxuyaniyek hat dayîn û bang li civaka navdewletî hat kirin ku bi erka xwe ya mirovî rabe…

Tl Hemîs

Bi heman armancê daxuyaniyek li navçeya Til Hemîs jî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kir ku komkujiyên bi serê gelê Kurd tên kirin, ne tenê Kurdan hedef digre lê hemû gelên azadîxwaze dike hedef.

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyan hat kirin ku bibin yek û planên hêzên dagirker têk bibin.

Heleb

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefînê yên Helebê jî li hev kom bûn û şehîdên komkujiyên dagirkerên Kurdistanê bîr anîn.

Back to top button