Çalakiya gireva birçîbûnê di roja xwe ya 94 didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dan destpêkirin di roja 94′ an de didome.
Heman wextî jî çalakiyan Nobeta edaletê li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome.
Derbarê tecrîdê de Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bê rakirin

Çalakiya greva birçûbûnê ku li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo destpêkiriye di roja 94′ an de didome.

Her wiha ji piştgiriya berxwedana zindanan di pêşengtiya xizmên girtiyan û dayîkan li 6 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdustanê didome.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiya Nobeta Edaletê bê navber didome

Nobeta Edaletê ya Wanê hatiye destpêkirin di roja 85’an de dewam dike.

Di nobetê de tecrîd hat şermezar kirin û hat gotin:

Divê em berxwedana xwe belavî her derê bikin.

Çalakiya Nobeta Edaletê li Amedê jî di roja 85’an de didiome.

Di nobeta ku tevahiya rojê serdan hatin kirin de her tim stranên berxwedanê hatin gotin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê li Êlihê jî di roja 27’an de didome.

Ji bilî nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê jî serdana nobetê kirin.

Her wiha çalakiya Nobeta Edaletê li Îzmîrê jî di roja 29’an de didome.

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û namzetên hevşaredariyê yên bajarê Mezin a Îzmîrê serdana nobetê kirin.

Di serdanê de hate diyar kirin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê tecrîd bê rakirin

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivî û got:

“Pêwîste bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe. Gelê Kurd û gelên cîhanê ji tenduristî û ewlekariya Rêber Apo meraq dikin.

Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê sereke û yekemîn e.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bê rakirin. Ji bo vê jî hem li girtîgehan hem jî li kolan û qadan çalakî hene.”

Çalakiya gireva birçîbûnê di roja xwe ya 93 didome

Back to top button