Çalakiya gireva birçîbûnê di roja xwe ya 93 didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin di roja 93’yan de didome.
Di heman demê de jî çalakiyan nobeta edaletê jî li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome.
Her wiha dayikan diyar kirin ku emê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin.

Çalakiya greva birçûbûnê ku li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan destpêkiriye di roja 93’yan de didome.

Ji bo piştgiriya berxwedana zindanan di pêşengtiya xizmên girtiyan û dayîkan li bajarê Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Edene, Mersîn, Îzmîr û Stenbolê çalakiya nobeta edaletê pêk tê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiya Nobeta Edaletê bê navber didome

Nobeta Edaletê li Îzmîrê di roja xwe ya 28’an didome.

Gelek welatiyan serdana nobetê ya li avahiya DEM Patiyê ya navçeyên Konak û Menemenê ya bajrê Îzmirê kirin.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz li wir axivî, neçûna CPT ya Grava Îmraliyê şermezarkir û got:

“Divê CPT bi erka xwe rabe û nebe alîgirê bêhiqûqiyê

CPT divê sedema neçûna xwe ya li Îmraliyê eşkere bike”

Nobeda Edaletê li Mêrdînê jî didome.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan serdanê li nobetê kir û diyar kir ku têkoşîna bi destê dayikan tê meşandin girîng e û dayik û jin di refên herî pêş ên têkoşînê de ne.

Heman wextî jî çalakiya Nobeta Edaletê li Êlihê di roja 25’an de didome.

Rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana nobetê.

Di nobetê de beşdaran bertek nîşanî zextên li ser kurdan dan û helbestên bi mijara azadiyê hatin xwendin.

Di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berzkirin.

Çalakiya girtiyên birçîbûnê di roja 92’ê de didome

Back to top button