RJAK’Ê destdirêjiya cinsî ya li ser jina ji Pirdê şermezar kir

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê RJAK”ê ya Kerkûkê bi daxuyaniyekê destdirêjiya li ser jina ji Pirdê şermezar kir û daxwaz kirin ku tecawizkar werin cezakirin.

Berî 2-3 rojan çend kesan ku endamên Heşdî Tirkmanî û polîsin li ser jina astengdar a ji bajarokê Pirdê ya girêdayî Kerkûkê ye destdirêjiya cinsî kirin.

Bi vê bûyera hovane re bertek zêde dibin.

Doh li bajarê Kerkûkê, ji bo şermezarkirina tundî-tîjî û kuştina jinan bi taybetî destdirêjiya li ser jina ji Pirdê RJAK’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya RJAK’ê de ev tişt hat gotin:

Wek Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê li hemberî vê kiryarê bêdeng namînin û ji bo parastina jinan ji tundiyê emê têbkoşin.

Em ê ji bo rizgarkirina jinan û ji holê-rakirina serweriya hişmendiya zilam-salariyê tim têbikoşin.

RJAK’ê îşare bi zêdebûna rêjeya tundî-tîjiya li beramberî jinan di qonaxa belavbûna vîrûsa corona de kir û weha domand:

Pêwîste aliyên têkildar û rêxistinên mafên jinan li beramberî van tundî-tîjiyan bêdeng ne-mînin, bi taybetî di vê rewşa niha de.

Ji ber ragihandina qedexeye çûn û hatinê, tundî li ser jinan bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Di dawiya daxuyaniya RJAK’ê de weha hat gotin:

Eger niha rêxistinên jinan û aliyên têkildar li beramberî vê sûcê bêdeng û bê-helwest bin, wê bibe sedem ku dema pêş pêkanînên hîn xiraptir li ser jinan were kirin.

Ji ber wê jî daxwaz dikin ku tecawizkarên destdirêjiya cinsî li ser jina astengdar kirin bên-cezakirin.

Back to top button