Di roja 144’an a şer de li Xezayê 96 kesên din hatin kuştin

Di roja 144’an de ancama şerê li Xezayê her diçe giran dibe.
Di nava 24 seetên dawiyê de 96 kesên din hatin kuştin 172 kes jî birîndar bûn.
Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas jî îstifaya hikumetê qebûl kir.

Tevî hewldanên agirbestê jî şerê li Xezayê didome.

Ji duh heta îro di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de şer û êrişên giran qewimîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê encama şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê di êrişên hêzên Îsraîlê de 96 kesên din hatin kuştin û 172 kes jî birîndar bûn.

Di roja 144’an ya şer de hejmara kesên ku li Xezayê hatin kuştin derket 29 hezar 878’an, ya birîndaran jî bû 70 hezar 205.

Tê diyar kirin cenazeyên gelek kesan jî di bin xirbeyan de mane.

Li Xan Yunus 21 cenaze hatin derxistin

Hat ragihandin li herêma Xan Yunus ya li başûrê Xezayê 21 cenaze ji bin xirbeyên avahiyan hatine derxistin.

Li Xezayê nexweşiya şewbê zêde dibe

Tê diyar kirin ji ber şerê li Xezayê nexweşî jî zêde dibin.

Yek ji rêveberên Wezareta Tendurisyê ya Hemasê eşkere kir bi destpêkirina şerê li Xezayê re zêdeyî 700 kes bi vê nexweşiya şewbê ketine.

Hat diyar kirin ji ber kêmbûna ava paqij û tiştên paqijiyê ev nexweşî peyda bûne.

Mehmûd Ebas îstifaya hikumetê qebûl kir

Li aliyê din Hikumeta Filistînê ya bi serokatiya Mihemed Iştiyye duh îstifaya xwe pêşkêşî Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas kir.

Li ser mijarê Mehmûd Ebas û Mihemed Iştiyye li Ramallahê hevdîtin kirin.

Ebas îstifaya hikumetê qebûl kir û xwest heta ku hikumeta nû bê avakirin weke hikumeteke demkî xebatê bidomînin.

Di hevdîtinê de Ebas diyar kir ku ew amade ne piştî şer Xezayê bi rêve bibin.

Hat ragihandin Mehmûd Ebas hewl dide ku siyasetmedarê Mihemed Mistefa ji bo avakirina hikumeta nû erkdar bike.

Şerê li Xezayê 143 roj li pey xwe hişt

Back to top button