Yewnanistan, wê 35 km sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re têl bike

Hikûmeta Yewnan, ji bo koçber bi qaçaxî nekevin nava Yewnanistanê, dixwaze sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re 35 km yê din jî têl bike.

Hikûmeta Atînayê, ji bo koçber bi qaçaxî nekarin bikevin nava Yewnanistanê biryar da ku sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re ku netêlkiriye jî bi têlên ji pola bigire.

Wezîrê Parastina Welatiyên Yewnanistanê Takîs Theodorîkakos, ragihand ku ew sînorê xwe yê ku seranserê Rûbarê Merîçê têl kirine, ji bo 35 km yên din jî têl bikin.

Her wiha wê di demeke nêz de dest bi xebatê bikin.

Rêveberiya Atînayê îdia kir ku tevdîrên ewlehiyê yên heyî ne bes in û biryar da ku sînorê xwe bi Tirkiyeyê re ku 140 km ye, têl bike û par 37 km û nîv ê sînor têl kir.

Back to top button