Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Tebqayê têkildarî şerê taybet ê li ser jinên ciwan û rola ciwanan di civakê de, rêbazên xurtkirina rola wan di parastina cewherî de komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, jinên ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.
Hevserokê Komîteya Werzîş û Ciwanan Mehmûd El Yetîm di komxebatê de axivî.
Mijara yekemîn a komxebatê têkildarî rola ciwanan di şoreşê û di hemû aliyên jiyanê de bû.
Mijara duyemîn jî li ser ciwan û şer, parastin û azadî bû.
Mijara sêyemîn jî ciwan û welatparêzî bû..
Komxebat bi gelek pêşniyar bi dawî bû.
Ji wan, divê werzîş, siyaseta azad, têgeha azadiyê û azadiyê derbirînê werin aktîvkirin..
Desteka madî û manewî ji tevgerên ciwanan re werin pêşkêşkirin da ku rê li ber koçberiya wan were girtin.