Li Hemayê, artêşa Îsraîlî nevendên leşkerî yên hêzên Îranî dan ber mûşekan, herî kêm 6 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îşev derdora saet 01:00 artêşa Îsraîlê li devera Misyaf a Hemayê, navendên leşkerî yên komên Îranê û hêzên hikûmeta Şamê, bi mûşekan kirin armanc.
Di encamê de, 6 leşkerên Îranî hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan SANA ya hikumeta Şamê jî, parastina hikumetê êrîşa Îsraîlê ya li ser Misyafê têk bir û piraniya mûşekan anîn xwarê.
Meha borî jî devera El-Zawî ya Hemayê hatibû armanckirin û herî kêm 9 kes hatibûn kuştin.