Iraq..qanûna budceya hilbijartinan hat erêkirin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih qanûna budceya hilbijartinên parlamena Iraqê erê kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku piştî erêkirina qanûna budceya hilbijartinan ji aliyê parlamenê ve, ev qanûn hat erêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, erêkirina vê qanûnê weke destpêkek ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext e, ku bi awayekî pak û durist werin lidarxistin.

Piştî vê gavê, êdî komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan, dikare amadekariyan ji bo hilbijartinan bike.

Back to top button