Hefter şerê li dijî Tirkiyê radigihîne

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şerê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê radigihîne..

Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbî Xelîfe Hefter teqez kir, ku ti rê li pêşiya Tirkiyê nema ye, an bi şer, an bi aştiyê, ji welatê wan derkeve..

Hefter li ser vê jî banga qewitandina hêzên Tirkî û çeteyên wê ji xaka Lîbyayê kir ku divê artêş devên tifingên xwe bidin Tirkiyê.

Hefter şerê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê jî dûr nedît û teqez kir ku şer nêz e.

Herî dawî Parlamena Tirkî li ser dirêjkirina mayîna hêzên xwe li Lîbyayê, heta 18 mehan erê kir.

Ev jî li gel xebatên çareseriya siyasî, ya aloziya Lîbyayê tê.

Back to top button