Husiyan: Amerîka û Îngîlîstan bajarê Hudeydayê xistin

Amerîka û Îngîlîstanê êrîşên xwe li dijî Hûsiyan zêde kirine.
Husiyan ragihand ku her dû welatan li dijî bajarê Hudeyda ya Yemenê 5 êrîşên hewayî pêk anîne.
Li aliyê din Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan “êrîşeke parastinê” li dijî hedefên ku hatine diyarkirin li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de kirine.

Husiyên li Yemenê ragihandin ku Amerîka û Îngîlîstanê li dijî bajarê Hudeyda ya Yemenê 5 êrîşên hewayî pêk anî.

Li gorî nuçeya televîzyona El-Mesîre ya Husiyan, balafirên şer ê Amerîka û Îngîlîstanê herêma Ras Îsa ya navçeya Es-Salif a girêdayî Hudeydayê kirine armanc.

Di nûçeyê de derbarê windahiyên canî û xisaran de agahî nehat parvekirin.

Hejayî bibîrxistinê ye ku Hûsiyan ragihandibûn Amerîka û Îngilîstanê 25 êrîşên hewayî li 3 bajarên Yemenê ku paytext Sana jî di nav de ye pêk anîne û di van êrîşan de sivîlek jiyana xwe ji dest daye û 6 jî birîndar bûne.

Amerîka: Li dijî Husiyan li Behra Sor 6 êrîşên parastinê pêk hatin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan “êrîşeke parastinê” li dijî hedefên ku hatine diyarkirin li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de kirine.

CENTCOMê li ser platforma medyaya civakî X’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku CENTCOM’ê 3 wesayîtên bejahiyê yên bêmirov, 2 fuzeyên rêberî yên dijî keştiyê û 1 balafireke bêmirov “êrîşên parastinê” kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hedef ji bo keştiyên bazirganî û keştiyên hêzên deryayî yên Amerîkayê yên li herêmê “gefeke nêz” in.

Husiyan: Di êrîşên Amerîka û Îngilîstanê de sivîlek hat kuştin

Back to top button