189 koçberên Êzîdî ji kampên Duhokê vegeriyan Şengalê

Şêniyên Şengalê bi vegera xwe ya li ser axa xwe planên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê vala derdixînin.
doh 189 welatiyên Êzidî ku kampên Duhokê diman vegeriyan Şengalê

Ofîsa Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq têkildarî vegerandina koçberên Êzidî ji kampên Duhokê bo Şengalê daxuyaniyek weşand

Îvan Fayeq ragihand ku di çarçoveya planên wezareta wan de 189 koçberên Êzidî ji kampên Duhokê vegerandine ser cih û warên wan Şengalê û wiha hate gotin:

“Ji bo ku koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe herwiha bikaribin jiyanek guncaw bijîn, hemû hêsankarî ji wan re hatine kirin.

Wê di pêşerojê de jî emê beşek din yên koçberên Êzidî vegerînîn ser cih û warên wan.”

Roja 23’yê Hezîrana îsal Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand,

wan 108 koçberên Êzidî vegerandina ser cih û warên wan,

beriya du mehan jî gelek koçberên Êzidî vegeriyabûn Şengal û Xanesorê.

Şengal ewle dibe, Şengalî vedigerin

Back to top button