Li Çemçemal a Başûrê Kurdistanê çeteyeke DAIŞ’ê hat girtin

Dezgaha Asayişa Silêmaniyê ragihand ku çeteyekê DAIŞ’ê li nêzî navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin

Asayişa başûrê Kurdistanê têkildarî binçavkirina çeteyekê DAIŞ’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin çeteyekê DAIŞ’ê li nêzî navçeya Çemçemal ji aliyê hêzên Rêveberiya Operasyonên Dezgaha Asayişê ya başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.

Piştî ku agahî û îstîxbarat ji aliyê Dezgaha Antî Terora Iraqê ve hatin wergirtin, çeteyekê DAIŞ’ê ku di derbarê wî de lêgerîn heye, ji bo xwe veşarê berê xwe daye başûrê Kurdistanê.

Back to top button