Çeteyên DAIŞ’ê li Qerac ya Mexmûrê 2 şivan revandin û heya niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Duh derengiya şevê çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Qerac ya Mexmûrê 2 şivan revandin.
Derbarê vê, fermandarê xwebexş Xazî Feysel ji Rojnews re axivî û got;
“Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li gundê Mihêdî ya deşta Qerac, 2 şivanên bi eslê xwe Ereb revandin.
Heya niha çarenivîsa wan nayê zanîn, bibe ku çete weke kesên din, ji bo azadiya van şivanan jî pere bixwazin.”