Zeyneb Murad: PDK’ê bi van kirinan dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rake

Hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk ku dixwazin kurdan qir bikin her kes bi hêrs kiriye .
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad dibêje PDK’ê bi van kirinên xwe destkeftiyên kurdan dixe xeteriyê.

Dewleta Tirk dixwaze qira gelê Kurd bîne..

PDK’ê jî bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re serkêşiya wê dike.

Ev hevkarî li her devera cîhanê rastî bertekên tund tê..

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad derbarê mijarê tevlî bernameya Jin Aktûel a televizyona me bû û nirxandin kir..

Zeyneb Murad da zanîn ku PDK’ê destê xwe xistiya destê Tirkiyê de da ku destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin.

Zeyneb Murad: Ev plana li dijî Şengalê bazareke qirêj e

Nêzî heyvekê ye hikumeta Iraqê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar lê dike..

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji bo vê jî got:

“PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk dixwaze Kurdan dûrî hev bixe û siyaseteke qirkirinê li dijî wan dimeşîne “.

Back to top button