Jinên taxa Şêxmeqsûd: Ji ber dorpêçê jiyana bi hezaran şênî di metirsiyê de ye

21 roj in, hikumeta Şamê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dorpêç kiriye..
Jinên li taxa ŞêxMeqsûd gotin: Ji ber dorpêçê bi hezaran şênî birçî mane.
Dixwaze bi birçîbûnê vîna wan bişkîne, lê wê bi ser nekevin.

Ji 13’ê Adarê ve taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin.

Ji ber dorpêçê nan di ambaran de êdî nemaye..

Ev yek dihêle ku bi hezaran şênî bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Li gel vê, şênî gelek zehmetiyên din jî dikşînin, ew dema di bendên kontirolê yê hikumetê re derbas dibin rastî astengiyan tên.

Jinên li taxa Şêx Meqsûd ên Helebê nerazîbûn nîşanî dorpêç û siyaseta birçîkirinê ya Hikûmeta Şamê dan û diyar kirin wê ev dorpêç nikaribin vîna wan bişkînin.

Jina bi navê Siltana Mihemed diyar kir ku ger ev dorpêç zû ranebe, wê bobelateke mirovî pêk were..

Li gorî Emîne Şêxo jî hikumeta Şamê dixwaze bi birçîbûnê vîna wan bişkîne, lê nagihêje ti encamê.

Sîham Îsmaîl jî anî ziman ku bi vê dorpêçê dixwazin aramî û ewlehiya taxê têk bibin û bang li civaka navneteweyî kir ku xwedî li şêniyên taxê derkevin.

Ji 21 rojan ve hikûmeta Şamê ambargo li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê ferz kiriye..

Firqeya 4’an a hikûmetê nahêle tiştên xwarinê û sotemenî derbasî her du taxan bibe.

Back to top button