Pêşnûmeya pergala Pir Baroyî ku bingeha rêveberiyên baroyan diguherîne, pitşî Komisyona Edaletê li meclîsê jî ji aliyê parlamenterên AKP-MHP’ê ve hat qebûlkirin.
Parlamenterên muxalif diyar kirin ku desthilata AKP û MHP’ê bi vê yekê cudakarî û perçekirinê dike.
Desthilata faşîst ya AKP û MHP’ê ji bo baroyan perçe bike, pêşnûneqanûn amade kir û xist rojeva Komîsyona Edaletê.
Li gel hemû çalakî û îtîrazên baro û serokên Baroyên Tirkiyeyê jî dîsa Komîsyona Edaletê daxwaza desthilata AKP-MHP’ê erê kir û ev pêşnûmeqanûn birin rojeva meclîsê.
Li meclîsê jî piştî niqaşên 2 rojan û li gel hemû îtîrazên muxalefetê dîsa bi dengê AKP û MHP’ê pêşnûmeqanûna pergala Pir Baroyî qebûl kirin.
AKP-MHP’ê pêşnûmeqanûna ku ji 28 xalan pêk dihat li meclîsê qebûl kirin.
Li dijî vê yekê parlamenterên muxalif nerazîbûn û îtîrazên xwe anîn ziman.
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarî anî ziman ku ev pêşnûmeqanûn bi temamî li ser yek yekiyê hatiye avakirin û xizmeta feraseta yek milet, yek al, yek ziman û yek neteweyê dike.
Parlamentera CHP’ê ya Hatayê Suzan Şahîn jî despêkê parêzerên ku polîsan êrîşî wan kiribû silav kir û wiha got:
“Kijan hikûmet bibe bila bibe parastin ewe ku li dijî binpêkirina heq û hiqûqan ji bo parastina mafan îtîraz bike ye.
Kesên ku îtîraz dike, AKP wan tehamul nake.
Armanc dabeş bike, perçe bike û piştre li gorî xwe bi rêve bibe ye.
Ji ber vê yekê pir baroyî cudakarî û perçekarî ye. ”
Parlamenterê Partiya Îyî yê Denîzliyê Yasîn Ozturk, jî bang li hiqûqnasên di nava desthilatê de ne kir û ev tişt anî ziman:
“Dê dîrok van rojana jî binivîse.
Niha we daraz xistiye torbeyekî û dixwazin bifetisînin.
Ez ji parlamenterên ku parêzer û hiqûqnasin û ev pêşnûme îmze kirine dipirsim: Hûn dê karibin sibê rehet razên?”
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş jî anî ziman ku bi vê guhertinê armanc dikin ku baroyên paralel ava bikin.