Rejîma Îranê 2 kolberên din li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê kuştin

2 kolberên din li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin.

Ajansa Kolbernewsê da xuyakirin ku duh hêzên rejîma Îranê, li herêma Bozî Mêrgesir a Binarê Qendîlê û herêma Çaldiran a parêzgeha Urmiyê, êrîşî komeke kolberan kir.

Di encama her du êrîşan de, kolberê bi navê Îbrahîm Ebûbekir û Ziyad Hatemî jiyana xwe ji dest da.

Êrîşên rejîma Îranê li dijî kolberan dewam dikin. Pêncşema borî jî, hêzên Îranî 3 kolber li herêma Urmiyê birîndar kiribûn.

Back to top button