Şaneya Ragihandina Cengê ya Iraqê ragihand, ku ji bo ewlekirin û aramkirina parêzgeha Diyalayê, her wiha paqijkirin û venêrandina sînorê bi Îranê re, qonaxa çaremîn a Operasyona Ebtal El-Iraq dest pê kir.
Şaneyên diyar kir ku hêzên Iraqê bi pêşengîya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, îro dest bi Operasyonê kiriye.
Şaneyê da xuyakirin ku bi piştgiriya balafirên artêş û Hevpeymana Navneteweyî, gelek lîwa û dezgehên têkbirina terorê, beşdarî vê Operasyonê bûne.
Ji ber metirsiya şaneyên veşartî yên DAIŞ û bermahiyên wê, gelek operasyon li dijî wan li seranserî Iraqê hatibûn pêkanîn.