Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Tebqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Endama Komîteya Lihevhatinê ya kombûnê Macîde Kerîm bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl, nivîsgeh û komîteyên jinan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclisên leşkerî û partî, daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 2011`an ve li Sûriyeyê aloziyeke siyasî, civakî û aborî heye û ji ber wê gelê Sûriyeyê êş kişandin.
Lê bi saya projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser, gelek herêm ji terorê û dewleta Tirk a dagirker hatin rizgarkirin.
Niha jî hin siyaset hene li pêşiya însiyatîfên aştiyane dibin astengî
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Tebqayê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin beyannameya aştiyê ya Rêveberiya Xweser.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beyanname, çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyê ye.