Li Sudanê ji bo 24 saetan agirbest hate ragihandin

Di şerê Sudanê yê 3 rojan de 97 welatî hatin kuştin û 942 welatî jî birîndar bibûn.
Li Sudanê ji bo 24 saetan agirbest hate ragihandin û duh bi şev de destpê kir.

Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan ji CNN’ê re ragihand ku wek bersiva bangên ji civaka navneteweyî hatîn, duh li gorî saeta herêmî di saet 18:00’yan de ji bo 24 saetan agirbest ragihandine.

Her wiha Fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Dagalu ku li Sudanê dijî artêşê şer dike, da zanîn ku banga Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blînken ya agirbesta ji bo 24 saetan pejirandine.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîka navbeynkariya agirbestê dike

Hat gotin ku li gorî daxuyaniya Blînken li gel Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û Fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Dagalu re cuda cuda axiviye.

Hêjayê gotinê ye ku şerê dijwar yê li Sûdanê de û li gorî daxuyaniya komîteya navendî ya bijîşkên Sûdanê, ji ber şer herî kêm 97 welatî hatibûn kuştin, 942 welatî jî birîndar bibûn.

Back to top button