Rûsya 20 dîplomatên Çekyayê dersînor dike

Krîza dîplomasî ya navbera DYA û Rûsyayê despêkirî, li welatên cîranê Moskova jî belav dibe. Piştî Polonya niha Çekya jî biryara dersînorkirina 18 dîplomatên Rûsya da.

Moskova li hemberî vê yekê bêdeng nema û wê jî biryara dersînorkirina 20 dîplomatên Çekya da. Krîza dîplomasî mezin dibe û welatên derdora Rûsya yek bi yek beşdarî pêngavê dibe. Waşîngton bi vê yekê dixwaze dor li Moskova tengav bike û destê wê yê ji derve bide qutkirin.

Krîza dîplomasiya ku navbera Moskova û Warşowa despêkirî, belav dibe û vê yekê jî dor li Rûsya tengav kiriye.

Piştî Polonya, Çekya roja Şemiyê ragihand ku 18 dîplomatên Rûsî ji ber xebatên îstixbaretî yên li welat, wê dersînor bike.

Li hemberî vê yekê Moskova jî nexwest di bin de bimêne û xwest bersivekê tundtir bide Çekya.

Ji ber vê yekê di krîza dîplomasiya ku navbera aliyan derketî de Moskova biryar da ku 20 dîplomatên Çekya ji welat derxîne.

Çekya sedemê dersînorkirina dîplomatên Rûsya bi teqîna 2014’an ya li depoyeke teqemeniyan ve girê da.

Rûsya jî ev îdia redkiribû û weke bê bingeh pênase kiribû.

Moskova ji bo derketina dîplomatên Çekya rojek dem diyar kir.

Balkêşe ku Çekya ji bo dîplomatên Rûs 72 saet destnîşan kiribû.

Wezareta Karê Derve ya Rûsya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Çekya ji bo razîkirina DYA ev yek pêk aniye.

Hefteya derbasbûyî di navbera DYA û Rûsya de krîza dîplomatan derketibû.

Waşîngton û Moskova li hermberî hev pêngavên dersînorkirina dîplomatan dabû despêkirin.

Piştî vê Polonya jî 3 dîplomatên Rûsya dersînor kir û weke bersiv Moskova jî 5 dîplomatên Warşowa dersînor kiribû.

Diyare di krîza dîplomasiyê de, wê welatên nû jî li ser dîkê werin xuyakirin û alî wê hîn zêdetir diyar bibin.

Back to top button