Dema hilbijartinên serokatiya Sûrî 26’ê Gulanê hat diyarkirin

26 Gulanê hilbijartinên serokatiya Sûriyê li dar dikevin û ji bo vê yekê parlamena hikumeta Şamê derî li ber hilbijêran vekir. 

Piştî 10 salan, Parlamenê bo duyemîn car, deriyê hilbijartinên serokatiyê vekir û 10 roj weke dem dane hilbijêran.

Beşar Esed ku 2000’î de serokatî ji bavê xwe girtî ye, hîna bi awayekî fermî xwe nekiriye namzet..

Ji mercên hilbijartinan, divê namzet 10 salên dawî bi domdarî li Sûriyê mabe û erêkirina 35 endamên Parlamenê bi dest bixe.

Koma dewleta Tirk jî ku navê Opozîsyona Sûrî li xwe dike, ev hilbijartin weke şanoyekê bi nav kir.

Back to top button