Hovîtiya çeteyan a li herêmên dagirkirî bi taybetî Efrîn warê zeytûnê dewam dike.
Efrîn NEWS 24 ragihand ku Istîxbarta dewleta Tirk du keç yek ji wan zarok e ji gundê Elka ya girêdayî navçeya Şerayê revandin.
Navên her du keçên ku hatine revandin, Hêvîn Yûsif Cumaa 16 salî û Meryem Yûsif Cumaa 24 salî ye
Efrîn NEWS da zanîn ku sedema revandina wan ne diyar e û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.
Çeteyan li Efrînê 67 darên zeytûnan birîn
Li aliyekî din jî çeteyan 22 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihemed Elî ji gundê Marata birîn.
Ji nava zeviyê Menan Osman yê li nêzî gundê Qestal Miqdad ê ser bi navçeya Bilbilê ve jî çeteyan 45 darên zeytûnan birîn.


