Li Somalya di operasyoneke leşkerî de 100 endamên El-Qaîda, ku di nav de serçete jî hebûn, hatin kuştin û 14 erebeyên leşkerî hatin teqandin
Cîgirê Wezîrê Ragihandinê yê Somalyayê Ebdurehman Yûsif El Edale ji ajansa nûçeyan a Somalya SONA re axivî û diyar kir, operasyona artêşa niştimanî û hevkarên navdewletî, li herêma di navbera parêzgehên Şibêlî û Gelegdûd de pêk hat.
Duh înê jî fermandarekî leşkerî yê Somalî ragihandibû, 80 çeteyên tevgera El-Şebab, di operasyoneke esmanî-bejahî de, hatin kuştin.
Tevgera El-Şebab komeke çekdarî li Somalyayê ye û ji sala 2006’an ve Amerîka ew xistiye lîsteya rêxistinên terorîstî.
Her wiha ji sala 2012’an ve tevlêbûna xwe di nava Al-Qaîdayê de ragihandiye.