Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk 2 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Şera û Raco yên Efrînê 2 welatî revandin.

Çeteyên Tirkiyê li navçeya Raco dermanfiroşê bi navê Mihemed Mihemed Fatê (45) revand.

Li navçeya Şerayê jî çeteyan welatiyê bi navê Hisên Mistefa Hedek (42) yê ji gundê Dêr Siwanê revand.

Çeteyan dest danîn ser erebeya kesê navborî û 15 hezar dolarên pê re.

Ev cara duyemîn e ku Hisên Mistefa Hedek tê revandin.

Back to top button