Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehbayê li Şehbayê perwerdeya şanogeriyê da destpêkirin.
Endamê Yekitiya Hunermedan a Helebê û şanoger Ehmed Bekeretî girêdayî mijar axivî.
Ehmed Bekeretî diyar kir ku pêwîstiya zarokên Şehbayê bi şanogeriyê heye.
Ji ber wê wan berê xwe da Herêma Şehba û got:
“Dema ku Komîna Şanoyê perwerde da destpêkirin, min jî xwest ez wan fêr bikim.”
Her wiha Evîn Xelîl (16) a ji navçeya Mabetayê ku beşdarî perwerdeyê jî bûye got:
“Beşdarbûna min ji bo perwerdeyê ji bo xuertkirina kesayeta min di warê şanogeriyê de ye.
Di rewşa koçberî û tunebûnê de em hewl didin xwe bi pêş bixin.”