Li dijî tecrîdê li Şengalê meşek pêk hat

Li Şengalê bi pêşengiya Meclisên Gel pêkhatiyên Ereb ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Duh êvarê yekem car Pêkhateyên Ereb yên Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo dakatin qadan.

Meş bi dirûşmeya ‘Bi pergala neteweya demokrat, emê tecrîda Îmraliyê bişkînin’ dest pê kir.

Piştî girse giha gundê Barê li wir daxuyaniyek hate dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

“Em bi navê gelê Ereb ê Şengalê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin.

Ev ne heqiya li Rêbertî tê kirin li gor yasayên navdewletî sûcin.

Azadiya Rêbertî pêwîste misoger bibe.”

Back to top button