Şêx Elî El-Cemîlî: Tirkiye li Efrînê rojiyê li ser Êzidiyan disepîne

Serokê Saziya Olî ya Minbic û gundewarê wê şêx Elî El-Cemlî anî ziman ku çeteyên dagirkeriyê, rojiyê li ser civaka Êzidî ya li Efrînê disepînin.

Şêx Elî Cemîlî da zanîn ku Tirkiye bi rêya çeteyên xwe hewl dide herêmê bixe bin serweriya xwe û xêr û bêrê li jêr navê Îslamê talan bike.

El-Cemîlî destnîşan kir ku sûcên Tirkiyeya dagirker, hemû pîvanên îslamî û mirovî binpê dikin û bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û civaka navdewletî kir ku van sûcan rawestînin.

Back to top button