Li Silêmaniyê li dijî êrişan daxuyanî hat dayîn-HAT NÛKIRIN

Desteya Însyatîfa Gelê Başûr a li dijî êrişên ser Şengalê, serdana nûnertiya PADÊ ya li Silêmaniyê kir û bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî jî tekez kir YBŞ-YJŞ beşeke fermî ji artêşa Iraqê ye; ev êriş dermirovî ye. Ciwanên Êzidî yên li navçeya Sinûnê jî piştrast kirin ew ê li ser axa xwe bimînin û li gel hêza xwe bin. 

Ji bo êrişên li ser Şengalê şermezar bike, Desteya Însyatîfa Gelê Başûr a li dijî êrişên ser Şengalê, serdana Nûnertiya PADÊ ya li Silêmaniyê kir.

Di dema serdanê de daxûyanî hat dayîn û êriş hatin şermezarkirin.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî jî dazanîn ku YBŞ-YJŞ beşek ji artêşa Iraqê ye; hêzeke fermî ye û ev pirs ji Kazimî kir;

Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên jî tekez kir ew ê heda dawî li gel civaka Êzidî bin û bang li hikumeta Iraqê kir ku Xweseriya Şengalê nas bike.

Ciwanên Êzidî: Em ê li ser axa xwe bimînin û li br xwe bidin

Ciwanên Êzidî li navçeya Sinûnê ya Şengalê jî bi daxuyaniyekê êrişên hikumeta Kazimî şermezar kirin.

Ciwanan gotin: ” Bi êrişan dixwazin me qir bikin û bidin koçberkirin. Ew çi bikin jî em ê li ser axa xwe bimînin û li gel hêza xwe bin.”

Ciwanan helwesta hêzên navdewletî jî şermezar kirin û ev bang li wan kirin.

Back to top button