Gerîlayên azadiya Kurdistanê li herêma Zapê 2 dagirker ceza kirin.
Dagirkeriya Tirkiyê jî 15 caran qadên gerîla bombardiman kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ji 1 heta 3’ê Çile daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gerîlayan li herêma Rojavayê Zapê gelek hewildanên dagirkeran asteng kirine û 2 dagirker ceza kirine.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî gerîlayan bi çekên giran li wesayiteke leşkerî xistine û bi temamî îmha kirine.
Her wiha li herêma Xakurkê jî gerîlaynên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dane.
Dagirkeriyê Tirkiyê 15 caran qadên berxwedanê bombebaran kirin
Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî jî ev agahî hate parve kirin:
“2 û 3’ê Çileyê herêma Rojavayê Zapê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
3’ê Çileyê jî herêma Zapê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hat bombekirin.
Ji 1 heta 3’ê Çileyê jî herêma Metîna, Rojavayê Zapê, Xakurkê bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Her wiha dagirkeran ew herêm bi topan bombekirin.”