Konferansa desteya jinan a rêveberiyên herêmî ya HEDEP hat li darxistin

Duh Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk lidar xist.
Encamnameya konferasê hat eşkere kirin û tê de banga xurtkirina têkoşînê li dijî tecrîd, tund û şer taybet yê li dijî civakê hate kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Rêveberiyên Xwecihî Yên Azad ve!” li avahiya partiyê ya li Balgatê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk lidar xist.

Gelek delegeyên jin ên ji Kurdistan û Tirkiyê beşdarî konferansê bûn.

Konferans, di şexsê şehîd Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş û Kader Ortakaya de diyarî hemû jinên têkoşer hate kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu di konferasê de axivî, balkişand ser têkoşîna jinan û got:

Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji sala 2016’an bi her awayî êrîşî vîn û destkeftiyên jinan kurd dike.

Desthilatdar tehemûlê jinan û Kurdan nake û dijminatiyê pêş dixe.

Lê li Rojava jin çawa bi têkoşînê jiyana azad û wekhev afirand, em ê jî li vir heman jiyanê biafirînin.

Halîde Turkoglu diyar kir ku ev serpêhatiyên li dijî gel û jinan girêdayî tecrîdê ye û wiha anî ziman:

Ji bo ji holê rakirina vê desthilatê divê em ji bo têkbirina tecrîdê têbikoşin.

Azdiya Birêz Abdulah Ocalan dê aştî û demokrasiyê bîne.

“Ya ku li Îmraliyê tê tecrîdkirin hebûna gelê Kurd e”

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de jî balhate kişandin li ser tecrîda li dijî Rêber Apo ev nirxandin hat kirin:

Hikûmet îro veguheriye rejîmeke tecrîdê.

Bi kûrkirina tecrîdê re şer gurr kir. Em îro jî wek duh dibêjin.

Hebûna gelê kurd e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin.

Em ê bê rawestan bibêjin Birêz Öcalan temînata aştiya bi rûmet a li van xakan e.

Kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.

Bi fikrên xwe ji bo gelên cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn hêviya herî mezin e.

Yên ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bike û wî bigihîne azadiya fizîkî, jin in.

Bi pêkanîna paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û rêveberiyên herêmî em ê tecrîda mutleq bişkînin.

Hin xalên girîng yên encamnamyê wiha ye:

  • Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya birêz Abdulah Ocalan divê em hevgirtina xwe xurtir bikin.
  • Em ê bi modela rêveberiyên xwe yên herêmî yên azadîxwaz ên jinan biryardariya xwe ya Komara Demokratîk pêk bînin.
  • Navend û stargehên jinan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, ji nû ve werin vekirin.
  • Bi meclîsên jin û ciwanan re tevbigerin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin.
  • Li dijî polîtîkayên pişaftinê têkoşîna zimanê dayîkê xurt bikin.
  • Li hemberî êrişên li ser xweza û qadên jiyanê li gorî paradîgmaya xwe ya ekolojîk ji nû ve ava bikin.

Back to top button